“Şêx Ehmed Cizîrî” anku “Melayê Cizîrî” nasyar bi “Nîşanî” helbestvanekî kurd ê binavûdeng e sala 1566an li bajarê Cizîrê li rexê Çemê Dijleyê ji dayîk bûye.
Li Bîngolê gotûbêja bi navê "Di Edebiyata Zazakî da Girîngiya Xebatên Wergerê" hat kirin.
Sêyemîn Mihrîcana Bijartina Pirtûka Salê ya parêzgeha Xorasana Bakur êvara pêncşemiya borî û bi bîra mamoste hecî Darab Bedexşan ji helbestvanên ayînî yên vê parêzgehê hat lidarxistin û bi danasîna kesên bijartî dawî li karê xwe anî.
Zanîngeha Kobanî tevî kêmbûna derfet û alavan, di sala 2017`an de bi zimanê kurdî hate vekirin. Bi dehan xwendekar ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di zanîngehê de hatin qebûlkirin û piştî 4 salan ji xwendinê xwendekarên beşa yekemîn amadekariyên derçûnê dikin.
Helbestvanê Kurd seydayê Cegerxwîn di salvegera 37'an a wefata xwe de, li ser gora xwe hate bi bîranîn.
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, diyar kir ku kampanyaya bi daxwaza ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dane destpêkirin, didome û bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê xwe derkevin.
Pirtûka sed xeelkên helbestvan û arifê binavûddeng ê îranî, Mewlana Celaledînê Rûmî nasyar bi Mewlewî bi zimanê Kurdiya Kurmancî hat çapkirin.
Pirtûka bi navê "Rênivîs û Rêziman, Fêrkirina rênivîs û rêzimana kurdiya kurmancî" bi nivîsîn û wergerandina 'Berat Qewîendam' hat weşandin.
Weşanên Na helbestên hostayê helbestê yê îranî Sohrab Sipêhrî bi wergera Muhsîn Ozdemîr derxist. Ji 8 pirtûkên wî helbest hatine wergerandin.
Pirtûka Bihara Dilan, berhema Dumalikên (Dubeytiyên) kurdî yên Muhemed Husênpûr hat weşandin.