May 27, 2022 10:11 Asia/Tehran
  • Gotûbêjek li ser girîngiya wergerê di wêjeya Kurdiya Zazakî da li Bîngolê bi rê ve çû

Li Bîngolê gotûbêja bi navê "Di Edebiyata Zazakî da Girîngiya Xebatên Wergerê" hat kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Gotûbêj di çarçoveya Fuara Pirtûkan a 4emîn ya ji hêla Zanîngeha Bîngolê tê lidarxistin da hat kirin.

Hîndekarê Fakulteya Zimanên Biyanî ya Zanîngeha Înonuyê Dr. Îsmaîl Soylemez behsa cih û girîngiya wergerê ya di zimanan da kir.

Soylemez got li cîhanê metnên ewil ên nivîskî û yên wergerê metnên dînî ne, bi pêvajoya nûjeniyê va li tevahiya cîhanê dewletan odeyên wergerê ava kirine.

Soylemez wiha axivî: "Di Zazakî da wergerên nûjen di salên 1960î da di kovar û rojnameyan da dest pê kir. Berhemên wergerê yên ewil ji Îngilizî û Almanî ji bo Zazakî hatin kirin. Paşê bi Farisî, Erebî, Tirkî û Kurmancî jî xebatên wergerê hatin kirin.

Di 10 salên dawîn da xebatên edebî yên nûjen yên Zazakî bi rêk û pêk tên meşandin, di gelek kovaran da tên weşandin.

Min jî ji berhemên Hafizê Şîrazî, Sezaî Karakoç, Ahmed Arîf û Edîp Cansever, her wiha ji zimanên Farisî û Kurmancî ji bo Zazakî werger kirin."
Soylemez pirtûka bi navê "Em Destpêka Demsala Sar Bawer Bikin" ya helbestavana Îranî Furûx Ferûxzadê ya ku wergerandiye Zazakî îmza kir.

Serepeyv