Bekirxan: Divê Komsyona Hevgirtina Netewî, Biratî u Demokirasîyê demildest here Girava Îmraliyê
Hevserokê Partîya Demokirasî u Beranberîyê ya Gelan (DEM Partî) di kombûna berfire ya vê partîyê da li Enqerê pêgirî kir ku Komsyona Hevgirtina Netewî, Biratî u Demokirasîyê divê demlidest here Îmralîyê.
Tûncer Bekirxan Hevserokê DEM Partîyê bal kişand ser bangewazîya Ebdullah Ocalan a di 27ê Sibatê da u got ku bêyî pêngavrakirina hikûmetê, ti demajoyeke demokiratîk dê pêş da neçe. bi gavên yekalî ser nakeve.
Bekirxan ji hikûmetê xwest ku ji bo vekirina rêya aştîyê, azadkirina girtîyên nexweş, vegerandina kesên bi hikmê Dîwana Bilind hatine derxistin, rakirina sergêrr u qeyyûman li şaredarîyan û azadkirina girtîyên di çaçrova Dosîya Kobanîyê da bixe destûrkara xwe de. Wî got ku sîyaseta Tirkîyê di 100 salên buhurî da jiholêrakirina aliyên curbicur e u pêgirî ser pêwîstîya pêngavên piratîkî ji bo demokirasî u hevgirtina civakî kir.