Parlamenterê DEM Partiyê: Ji her 4 ciwanan yek dixwaze koç bike
Mijdar 14, 2025 21:20 Asia/Tehran
Parlamenterê DEM Partiyê bal kişand ser pirsgirêkên ciwanan li Tirka de û got, Li vî welatî ji her 4 ciwanan yek, eger derfetê bibîne, dixwaze biçe welatekî din.
Yilmaz Hun di axaftina xwe de ya li civîna Parlimanê li ser budceya sala 2026`an got heger wiha bidome dê Tirkiye ciwanên xwe ji dest bide û tenê di sala 2023`yan de 424 hezar ciwanan ji Tirkiyê koç kirine.
Yilmaz Hun her wiha got: Di asta xwendina bilind de niha 8 milyon xwendekar li Tirka hene lê tenê milyonek ji wan dikarin li şevîmanan bimînin. Xwendekarên din rûbirûyê şert û mercên gelekî zehmet in.
Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) sala 2024`an ji sedî 22,9`ê ciwanên di navbera 15 heta 24 salî de ne dixwînin û ne jî dixebitin.