Adar 24, 2021 10:44 Asia/Tehran
  •  'Rênivîs û Rêziman'a kurmancî li Xorasanê hat weşandin

Pirtûka bi navê "Rênivîs û Rêziman, Fêrkirina rênivîs û rêzimana kurdiya kurmancî" bi nivîsîn û wergerandina 'Berat Qewîendam' hat weşandin.

Li gorî rapora Kanala SAHAR'a Kurdî, Di vê pirtûkê da elfabê, rênivîs û rêzimana kurdiya kurmancî bi tîpên aramî û bi zimanê farisî hatine raberkirin.

Naverok û babetên vê berhemê bi awayê wergerandî (pirranî nerasterast û carina rasterast) û nivîsandî ji aliyê nivîskêr va ne.

Di amadekirina vê berhemê da ji pirtûkên nivîsandî li ser rêzimana kurmancî û pirtûkên din ên di vî warî da ji wan berhemên Samî Tan, Bahoz Baran, Baran Rizgar, Çetîn Taş, Mîkaîl Bilbil, Îbrahîm Seydo Aydogan û hwd sûd hatiye wergirtin û hewil hatiye dayîn ku rêzebendiya babetên rêzimanê li gorî van berheman be.

Di destpêka vê berhemê da beşeka taybet jibo şirovekirina taybetmendiyên zimanê devkî yê kurmancî di herêmên cûrbecûr ji wan li Xorasanê hatiye terxankirin da ku xwîner bikare destpêkê  şêwaza bilêvkirina hin tîpan û bandora wan di bilêvkirina peyvên cûrbecûr nas bike. Bi xwendina vê beşê, xwînerê ku têra xwe zimanê pîvan û standard nas nake dikare babetên rêzimanî bişopîne û wan hîn bibe.

Pirtûk bi zimanekî xwerû û herikbar hatiye nivîsîn û jibo têgihandina baştir a babetên rêzimanî, hewil hatiye dayîn peyv û têgehên nasyar di zimanê farisî da jî bên bikaranîn. Bi awayekî ku her kesek ku zimanê farisî dizane - çi axêverê kurd be û çi zimanê wî/wê kurdî nebe - dikare bi hêsanî vê pirtûkê bi kar bîne û bi fêrkariyên din ên alîkar û hêdî hêdî xwe hînî kurmancî bike.

Hejmara rûpelên vê pirtûkê nêzikî 350 e û ji aliyê weşana 'Bîjen Yordê' va li parêzgeha Xorasana Bakur hatiye weşandin.

Hêjayî gotinê ye, Berat Qewîendam wergêr, nivîskar û çalakê medyayî ji şaristana Qoçanê ya bakurê Xorasanê ye û pêştir ji vêya du berhemên "Bîstûn" û "Bi Zimanekî Din" ku wergera helbesta nû ya cîhanê ne, ji aliyê wî va hatine weşandin.

 

 

Serepeyv