Cotmeh 26, 2021 10:54 Asia/Tehran
  •  Bakurê Sûriyê; Zanîngeha Kobanî amadekariya derçûna 640 xwendekarî dike

Zanîngeha Kobanî tevî kêmbûna derfet û alavan, di sala 2017`an de bi zimanê kurdî hate vekirin. Bi dehan xwendekar ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di zanîngehê de hatin qebûlkirin û piştî 4 salan ji xwendinê xwendekarên beşa yekemîn amadekariyên derçûnê dikin.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Di zanîngehê de gelek beş hene, fîzîk, kîmya, wêjeya kurdî, wêjeya erebî, beşa zanista perwerdeyê, erdnîgarî, mamostetiya refê, peymangeha birêvebirina kar û qanûnê, peymangeha mekanîk û kehreba, peymangeha tenduristiyê, beşa benckirinê, hemşîre û labaratûar.

28'Ê MEHÊ ZANÎNGEH KUTA DIKIN

640 xwendekarê zanîngehê piştî 4 salên xwendinê roja  28`ê kewçêrê xwendina xwe ya li zanîngehê bi dawî bikin.

Têkildarî mijarê Hevseroka Zanîngeha Kobanî Şêrîn Muslim wiha got: "Piştî şerê ku li bajarê Kobanî qewimî, Kobanî ji nû ve rabû ser xwe. Di gelek aliyan de bi pêş ket. Di sala 2017`an de Zanîngeha Kobanî vekir û ev yek ji wan pêşketinan bû."

Şêrîn Muslim wiha domand: "Di demeke pêwîst de û cara yekemîn bi zimanê kurdî, zanîngeh hate vekirin."

JI 40'Î HETA SEDAN XWENDEKARAN

Muslim di axaftina xwe de behsa zehmetiyên ku destpêkê rastî kadroyê zanîngehê hatine, kir û wiha axivî: "Di destpêkê de hejmara mamosteyan û alavên pêwîst kêm bûn. Zanîngeh li ser du beşan hate vekirin, zanista xwezayî (fîzîk û kîmya) û beşa wêje. Di wê demê de hejmara mamosteyan nêzî 10`an bû û 40 jî xwendekar bûn. Lê piştî 4 salan Zanîngha Kobanê hejmareke mezintir ji xwendekaran di nava her 9 beşên xwe de pêşwazî kir."

Şêrîn Muslim got, îro nêzî 100 mamoste di zanîngehê de hene û li gorî rêbaza akademîk û zanistî xwendekaran perwerde dikin.

DI NAVA SAZIYAN DE DÊ BIXEBITIN

Xwendekara bi navê Dîlan Hecî Mehmûd ku beşa labaratuarê (mexbera tibî) dixwîne ev tişt anî ziman: "Vekirina zanîngehê bi zimanê dayikê gaveke baş bû da ku em tê de dest bi xwendina xwe bikin.

Xwendekara bi navê Dîlan Hecî Mehmûd ku beşa labaratuarê (mexbera tibî) dixwîne ev tişt anî ziman: "Vekirina zanîngehê bi zimanê dayikê gaveke baş bû da ku em tê de dest bi xwendina xwe bikin. Dîlan Hecî destnîşan kir ku ew li ser daxwaz û hezkirina xwe derbasî zanîngehê beşa mexberî bûye, di destpêka xwendinê de ji aliyê ziman û kêmbûna alavan rastî zehemtiyan hatiye, lê bi demê re derbas kiriye.

Dîlan Hecî got niha amadekariyên xwe dikin da ku xwendina xwe bi dawî bikin, di nava saziyan de bixebitin û encamên keda xwe bidest bixin.

PEYDARIKINA KAR

Her wiha mamosteyê beşa kîmya di zanîngehê de Cemal Walî jî destnîşan kir ku vekirina zanîngehê rêyên dirêj ji bo çûyîna herêmên din li pêşiya xwendekarên herêmê girt da ku xwendina xwe li herêmên xwe temam bikin.

Cemal Walî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî ku xwendekar xwendina xwe bi dawî bikin dê derfetên kar di nava saziyan de li gorî beşên ku xwendine, were peydakirin."

Hevseroka Zanîngeha Kobanî Şêrîn Muslim dibêje destpêkê 9 mamoste hebûn niha nêzî 100 mamosteyî li zanîngehê dersê didin.**

 

 

 

Serepeyv