Mijdar 17, 2025 17:52 Asia/Tehran

Çavkaniyên nûçeyan derbarê şerê giran navbera hêzên HSD û hêzên Colanî li bakurê Sûriyê agahî dan.

Çavkaniyên nûçeyan hin wêneyên pevçûnên giran di navbera hêzên HSD û Hêzên Colanî li Dêr Hafirê li rojhilatê Helebê li bakurê Sûriyê de weşandine.

Çavkaniyên sûrî her wiha derbarê şerê giran navbera hêzên Colanî û HSD de li derdora  Reqeyê agahî dan û  ragehandin ku hejmareke zêde hêz û alavên leşkerî ji aliyê her du aliyan ve bo bereya Qanêm Elî li derdora Reqeyê hatine veguhestin. 

Di heman demê de Nûrî Şêxo, hevserokê Konseya Giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê, ragihand ku rakirina xalên kontrolê yên HSDê li van taxan di çarçoveya pêkanîna peymana 4ê Nîsanê bi hikûmeta demkî re hatiye kirin, lê tevî vê yekê dorpêçkirina van her du taxan hîna berdewam dike û ji 25ê Îlonê ve destûr nayê dayîn ku xwarin û alav û kelûpelên avahîçêkirinê  derbasî van taxan bên kirin.

Vî rayedarê kurdên Sûriyê got ku em peymana 1ê Nîsanê bi hikûmeta Colanî re wekî peymanek stratejîk û demdirêj dibînin. Me erkên xwe di çarçoveya vê rêkeftinê de cih anîn û em niha li benda hikûmeta demkî ne ku sozên xwe bi cih bîne.

Li gorî nûçeyeke din Wezîrê Karên  Derve yê hikûmeta demkî ya Sûriyê, Esed Şêybanî, ragihand ku nûnerên hikûmeta Colanî di 45 rojên borî de pênc caran bi Hêzên Demokratîk ên Sûriyê(HSD) re jibo  lêkolîna li ser mekanîzma cihanîna rêkeftina di navbera Ebû Mihemed Colanî û Mezlûm Ebdî de hevdîtin pêk anîne. 

Di hefteyên derbasbûyî de tevî weşandina hinek nûçeyên derbarê rêkeftinên berayî  derheq tevlîkirina hêzên HSD nav artêşa Sûriyê de nakokiyên di navbera  hêzên Colanî û hêzên HSD de zêde bûne.

Serepeyv