Mijdar 15, 2025 18:10 Asia/Tehran

Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku careka din li başûra Sûrêyê pevçûn dest pê bûn.

Çavkanîyên haydar dibêjin ku kesên çekdar li parêzgeha Suweydayê ku ketîye başûra Sûrîyê, êrişa ser hêzên ser bi Colanî serokomarê xwebinavkirî yên vî welatî dest pê kirin û di vê çarçovê da êrişî hin binkeyên hêzên emnî yên ser bi Colanî li derdora bajêr kirin. 

Çavkanîyên nûçeyan dibêjin ku agirbesa ku li başûra Sûrîyê hatîye ragihandin, di hefteyên buhurî da çend caran hatîye binpêkirin.

Duh jî hat ragihandin ku di navbera hêzên Colanî û Durzîyên parêzgehayê Suweydayê da li çend mêhweran pevçûn derket. 

Ji hêla din va, di halekî da ku Colanî serokê hikûmeta demkî ya Sûrîyê vê dawîyê ji bo cara duyem çû Amerîkayê ku bi Trump ra hevdîtinê pêk bîne, şeva buhurî Şam paytexta Sûrîyê ket ber êrişa bi mûşekan ku ev yeka bûye sedema dilnigeranbûna derheq berfirebûna bêewlehîtîyê li vî welatî.

Li gorî rapora çavkanîyên xwecî, şeva buhurî 2 katyoşa li derdora Taxa Meze li rojavaya Şamê ketin. Yek ji mûşekan li nêzîkî bazar u dibistana 86ê ket u ya din jî li nêzîkî mizgevta Rehman li herêma Wilayeta Rojava ket.

Hevgavê van alugurana, Hêzên Ewlehîya Hundurîn ên HSD berbendên li derîyên Taxên Şêx Meqsûd u Eşrefîye yên Helebê rakirin. Mehmûd Elî Merdîlî Fermandarê Hêzên Ewlehîya Hundurîn ên HSD rakirina berbendên hanê nîşana nêta pak u erênî ji bo bicihanîna rêkevtinameya 10 Adarê û xurtkirina pêbawerîyê di navbera HSD u hikûmeta Colanî da zanî. 

Serepeyv