Cotmeh 04, 2021 11:57 Asia/Tehran
  •  Wergera xezelên Mewlana bo Kurdiya Kurmancî

Pirtûka sed xeelkên helbestvan û arifê binavûddeng ê îranî, Mewlana Celaledînê Rûmî nasyar bi Mewlewî bi zimanê Kurdiya Kurmancî hat çapkirin.

Pirtûka Eşqnameyê, pêkhatî ji sed xezelên Mewlana Celaledîn helbestvan û arifê mezin ê îranî bi zimanê Kurdiya Kurmancî li Tirkiyê hat weşandin.

Dr. Xêyrullah Acar, mamosteyê zanîngeha Artûklûya Mêrdînê, ev xxezel ji zimanê farisî wergerandine ser Kurdiya Kurmancî û hewil daye ku di nivîsa kurdî da, rîtm û awayê mûsîqiyayî yê zimanê Mewlana biparêze û veguhezîne xwînerên kurd.

Weşana Nûbiharê li Stenbola Tirkiyê ku pirtûka Eşqnameyê bi cildeke xweşik weşandiye, pêştir jî dîwana helbestvanên mîna Camî, Baba Tahir û Xeyam bi Kurdiya Kurmancî weşandine.

Mamoste Xêyrullah Acar, xwedan bawernameya Doktoraya ziman û wêjeya Farisî, ezmûneke zehf di wêjeya klasîk a farisî heye.

Wî bib qasî du salan li Zanîngeha Ellame Tebatebayî ya Têhranê fêrkariya zimanê tirkî kiriye û aniha li zanîngeha Artûklûya Mêrdînê, mamosteyê ziman û wêjeya kurdî ye.

 

 

Serepeyv