Cotmeh 23, 2021 14:45 Asia/Tehran
  •  Helbestvan Cegerxwîn li ser gora xwe hat bibîranîn

Helbestvanê Kurd seydayê Cegerxwîn di salvegera 37'an a wefata xwe de, li ser gora xwe hate bi bîranîn.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê, Bi boneya salvegera 37`emîn a wefata helbestvan, wêjevan û siyasetmedar Kurd Cegerxwîn, merasîmekê li ser gora wî ya li taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê hat lidarxistin .

 

Bi dehan nivîskar, rojnamevan, rewşenbîr, helbestvan û rojnamevan û hezkiriyên wêje helbestvan Cegerxwîn li ser gora wî bi bîr anîn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê hejmara yekemîn a kovara Ara ya zarokan a ku  ji aliyê kompanya Ararat ve hate derxistin li beşdaran hat belavkirin.

 

Merasîm bi xwendina helbestên Cegerxwîn bi dawî bû.

Serepeyv