Sibat 26, 2021 08:58 Asia/Tehran
  • Helbestên Sohrab Sipêhrî êdî bi kurdî jî tên xwendin

Weşanên Na helbestên hostayê helbestê yê îranî Sohrab Sipêhrî bi wergera Muhsîn Ozdemîr derxist. Ji 8 pirtûkên wî helbest hatine wergerandin.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Sohrab Sipêhrî li bajarê Kaşanê ya Îsfehanê roja 7'ê kewçêra 1928'an hatiye dinê. Ew helbestvan, nivîskar û wênesaz e. Di nav helbesta nûjen a Îranê de ji yên herî girîng tê hesibandin. Helbestên wî bo îngilîzî, fransizî, spanyolî, îtalî hatine wergerandin û niha bi kurdî jî li ber destên xwendevanan in. Muhsîn Ozdemîr ku di qada wergera kurdî de xwedî kedek muhîm û cihekî muhîm e, helbestvanekî muhîm aniye ber deriyê helbesta kurdî.

Pirtûk bi navê "Sohrab Sepehrî – Hemû Helbest" hatiye weşandin. Pirtûk ji helbestên 8 pirtûkên wî pêk tê. Ew di helbestan de li ser însan û qedera însan difikire. Wergêrê pirtûkê Mehsîn Ozdemîr li ser helbesta Sepehrî wisa gotiye, "Di her temenî de bi bêhnekê tê xwendin. Di helbestên wî de xwezayeke veşartî heye, ku ev xweza, bi formeke zirav û zelalî hatiye hûnandin."

Sînemaya Îranê jî ji helbestên wî sûd wergirtiye. Derhênerekî navdar ê Îranê Abbas Kîyarostanî di fîlmê xwe "Mala dostî li ku ye" de sûd ji wî girtiye.

Helebestvanê navdar roja 21'ê avrêla 1980 de li Tehranê wefat dike.

Ji pirtûkê helbestek:

DILWAS

Cîhan bi xewê ketiye

Tirsê derî bi ser her dillêdanê her bangê de girtiye

Her ku weku min bi ser xwe de

Di vê xilwetê de ku neqşa dilxweşiyê tune

Û di guhê dîwarê wê de min dipispisand

Di nav van hemûyan de

Qey çi rengan vedişêre hîleya jiyanê

Şev ji tirsê bargiran e

Cîhan bi xewê ketiye

Û ez di dilwasiya xwe de hişyar

Çi teşeyek din radixe hîleya jiyînê

Li vê xelweta ku matmayîn bi dîwêr ve zeliqiye

 

Serepeyv