Daxwaza rakirina parêbendiya hevserokan û 16 parlamenterên DEM Partiyê
Wezareta Dadê ya Tirkiyê 37 dozên cezayî pêşkêşî nivîsgeha serokê parlemanê kiriye da ku parêzbendiya 18 parlemanterên DEM partiyê bi hevserokên vê partiyê û çar parlamenterên CHP were beatlkirin
Li gorî daxuyaniyekê ku ji aliyê navenda çapemeniyê ya parlemana Tirkiyê ve hatiye weşandin, 33 dozên cezayî li dijî 18 parlamenterên DEM partiyê hatine vekirin. Komîteya Dad û Destûrê ya Parlemana Tirkiyê ragihand ku heta niha 873 dozên cezayî hatine vekirin, ku 574 ji wan li dijî parlamenterênDEm partiyê ne.
Li gorî rêkaran,Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş dê dozên cezayî bişîne nivîsgeha Lêkolînê ya Parlemanê da ku li ser nebûna kêmasiyên di dozan de lêkolîn bên kirin û dûv re wan bişîne komîteyên peywendîdar. Piştî ku werin pejirandin, ev doz dê ji bo dengdanê bikevin rojeva Lijneya Giştî.