Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê: Divê HSD erkê xwe tam cih bîne
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê ragihand ku Hêzên Sûriya Demokratk (HSD) divê di zûtirîn dem de û li gorî peymana 10ê Adarê erkên xwe cih bîne.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Yaşar Guler duh êvarê li akademiyeke leşkerî li Enqerê tekez kir ku ew dê nehêle ku HSD çalakiyên xwe berdewam bike û rewşeke taybet çêbike.
Guler bal kişand ser vê yekê ku ala 2025 saleke çarenivîssaz bû got: Di encama operasyonên ku me li hundir û derveyî sînoran pêk anîne , hêz û liv û tevgera rêxistinên terorîst pir kêm bûye. Ev serkeftinên ku me bi dest xistin, zemîne jibo destpêkirina armanca Tirkiya bê teror xweş kiriye.
Guler tekez kir ku gihîştina vê qonaxê encama hewldaneke zêde û pir xerc bû û got: Di vê pêvajoyê de, rê nehtaiye dayîn ku korîdorek an rêyeke terorîstî li ser sînoran pêk were û ev cih û şûna ku li beşa leşkerî li meydanê me bi dest xist, piştgiriya siyasî lê hatiyekirin.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê cardinê got: Helwesta hikûmeta me di vê mijarê de bi tevahî zelal e û cihê gumanê tune. Ez careke din bi bîr dixin ku em ê rê nedin ti rêxistineke terorîst, nemaze PKK/YPG/ HSD ku çalakiyên xwe li vê herêmê bidomînin.
Navborî her wiha got: Niha bi hewahengiya saziyên têkildar û bi diyaloga nêzîk li îdareya Sûriyê pêvajoyê bi awayekî hişmendane birêve dibin û em karên xwe bi berpirsiyarî û hestyarî berdwam dikin.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê her wiha diyar kir ku armanca dawîn a Enqerê bidawîanîna terorîzmê, paqijkirina bi tevahî ya hemî rêxistinên terorîst û jiholêrakirina her gefek li dijî vî welatî ye.
Hêjayî gotinê ye ku di 10ê Adara 2025an de, li Şamê di navbera Mazlûm Ebdî, fermandarê giştî yê HSD û Colanî, serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê de peymanek hat îmzekirin. Ev peyman, ku 8 xalan digre ber xwe yek ji bendên wê yên herî girîng tevlîkirina hêzên HSD nav artêşa Sûriyê de ye.