Talebanî: Bi hevgirtinê, dikarin nakokiyên di navbera Herêm û Bexdayê de çareser bikin
Çile 01, 2026 17:50 Asia/Tehran
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi boneya sersala zayînî ya 2026an peyamek belav kir.
Qubad Talebanî, di peyama xwe ya tevî pîrzobayiyê de ser pêwîstiya hînbûna dersê ji nakokiyên berê û destpêka qonaxeke nû jibo pêknaîna pêbaweriyê û yekbûna navxweyî tekez kir . Qubad Talebanî hevgirtin û diyaloga yekgirtî wekî rêçareyeke bi bandor ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de zanî û hêvî kir ku sala 2026 bibe sala pêşketin, xizmet û berevaniya bi bandor ji mafên yasayî yên gelê Herêma Kurdistana Iraqê.