Kontrola Baregeha amerîkî li Eyn Esedê dê radestî Iraqê were kirin
Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê tekez kir ku hêzên çekdar ên vî welatî di rojên pêşber de dê kontrola baregeha leşkerî ya amerîkî li Eyn Esedê bigirin destê xwe.
Husên Elawî,Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê, got: Piştî rêkeftina hikûmeta Iraqê bi Amerîkayê re jibo kutakirina erkdariya hêzên amerîkî li Îlona 2024 li gorî daxûyaniya hevpar, cihanîna vê biryarê li Îloan 2025an destpê kir û ev erkdarî bi dawî bûn.
Husên Elawî her wiha got: Piştî bidawîhatina erkdariyan û vekişîna hêzên Amerîkî di rojên pêşber de, hêzên çekdar ên Iraqê dê di destpêka sala 2026an de baregeha van hêzan li baregeha Eyn Esed li parêzgeha Enbarê bigirin destê xwe.
Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê her wiha got: Ev çalakî di çarçoveya bidawîhatina erkdariyan û veguhestina têkiliyan bo asta dualî de tê kirin û dê hewl were dayîn ku hin reşnivîs jibo hevkariya hevbeş di warê ewlehiyê de bonaxurtkirina hevkariyê di şerê li dijî terorê de bi rêya bihêzkirin danûstandina ezmûnan û lidarxistina tetbîqatên hevbeş werin îmzekirin.
Husên Elawî destnîşan amaje bi wê yekê kir ku vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê nîşan dide beşeke mezin a qonaxa şerê dijî komên terorîst ên DAIŞê bi dawî bûye ku yazde salan bi hevkarî û hewahengiya berdewam jibo azadkirina hin parêzgehên Iraqê ji lepê terorîzmê berdewam kir û di dawiyê de di navbera 2014 û 2017an de ji aliyê hêzên çekdar ên Iraqê ve işkest xwar.