Mijdar 20, 2021 15:27 Asia/Tehran
  • Sêyemîn Mihrîcana Bijartina Pirtûka Salê ya parêzgeha Xorasana Bakur hat lidarxistin

Sêyemîn Mihrîcana Bijartina Pirtûka Salê ya parêzgeha Xorasana Bakur êvara pêncşemiya borî û bi bîra mamoste hecî Darab Bedexşan ji helbestvanên ayînî yên vê parêzgehê hat lidarxistin û bi danasîna kesên bijartî dawî li karê xwe anî.

Li gorî rapora Navenda ragihandinê ya Rêveberiya giştî ya Çand û Irşada Îslamî ya Xorasana Bakur, di merasima ku roja pêncşemiyê, 18ê mijdara 2021ê, li bajarê Bijnûrta navenda vê parêzgehê hat lidarxistin.

Li gorî gotina Menîje Dertûmiyan, sekreterê vê mihrîcanê û Husên Ferxone, Rêvebrê giştî yê Çand û Irşada Îslamî ya Xorasana Bakur, bijartiyên mihrîcana Pirtûka Salê bi boneya Hefteya Pirtûkan hatin nasandin.

Li ser vê esasê, ji nav 145 berhemên ku bo vê dora mhrîcanê hatibûn şandin, piştî dadweriya li ser berheman ji aliyê 'Mala Pirtûk û Wêjeyê ya Îranê' va, 6 berhem wek Berhemên Bijartî û 6 berhem wek Berhemên Hêjayî Sipasiyê hatin bijartin û nasandin; Li jêrê lîsteya van berheman tê ragihandin:

A) Pirtûkên Bijartî:

1 - Gaf: Berhema Sara Giryanlû (Wêje û pexşana hevçerx - farisî)

2 - Tawanbar: Berhema helbestê ya Elîreza Sipahî (kurdî)

3 - Bi zimanekî din: Wergera helbestê ya Berat Qewîendam (kurdî)

4 - Yûzpilingên ku bi min ra beziyane: Wergera Bihare Zeyxemî (Pexşan-Kurdî)

5 - Giratî, Cewahira Sferayînê: Muhemed Sadiq Mervî (Cografiya - farisî)

6 - Hêviya Hevîditnê (Arizûyê Dîdar): Berhema Atife Talibpûr (farisî)

B) Pirtûkên hêjayî sipasiyê:

1 - Lêkolîna li ser sembolên neq ş nîgareyên Sifreya Kurdî: Berhema Mesûme Zolfeqarî (bi farisî)

2 - Qûşme, sazê firrînê: Berhema Mehdî Rostemî (ji Alavên Mûzîkê yên kurdî - bi farisî)

3 - Duçinar: Berhema helbestê ya Hesen Roşan (bi farisî)

4 - Talik: Berhema helbestê ya Şîrkûh Pehlewanî (kurdî)

5 - Selam Axa Seyid: Berhema Elîreza Mehmûdî (Dîrok, Cografiya - bi farisî)

6 - Damad Kûçûlû (Zavayê Biçûk): Berhema helbestê ya Zehra Dawerî (Wêjeya zarokan - bi farisî)

Hêjayî gotinê ye, pirraniya Berhemên Bijartî û Berhemên Hêjayî Sipasiyê di vê mihrîcanê da ji aliyê weşana Bîjen Yordê bi rêveberiya Husên Axiretî hatine weşandin.

 

Serepeyv