Li gorî Neteweyên Yekbûyî, boteke(qayiqeke) koçberan li peravên Yemenê noqî avê bûye û di bûyerê de 300 kesan canê xwe ji dest dane.
Fermandarê Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di seredana giravên Tonba mezin û Bûmûsayê da got: Têkoşerên Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi hişyarî gişt tevgerên dijmin dişopînin û amadetiya xwe ya tam jibo parastina berjewndiyên nizama îslamî li Kendava Farsê û avên dûrdest hene.
Nûnerê Rûsiyê li rêxistinên navneteweyî li Viyenê ragihandin: Vejiyandina Peymana Navokî dê bandorine erênî li ser rewşa Kendava Farsê bike.
Mîrê Qeterê çû Erebistanê û bi welîehdê vî wwelatî ra hevdîtin pêk anî.
Alîkarê operasiyonê yê Hêza deryayî ya Artêşa Îranê destnîşan kir: Hêza deryayî ya artêşa Îranê ewlehiya avên azad bi rûbera 2 miliyon û 70 hezar kîlomitrên çarkunc dabîn dike.
Îro roja Înê 30ê Nîsana 2021an salvegera derketina koloniyalîstên Purtogalî ji nav avên başûrê Îranê anku avên Kendava Farsê di sala 1622an a zayînî ye her ji ber vê yekê îro wek "Roja Neteweyî ya Kendava Farsê" hatiye binavkirin.
Fermandarê Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Sipah û Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi xurtî tevgerên dijmin li Kendava Farsê dişopînin.
Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, Hebûna hêzên biyanî û yên derveyî Herêmê sebeba bê ewlehî û gefa dijî Herêmê da zanîn.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê proja veguhastina avê ji Kendava Farisî û Behra Omanê ber bi navend û herêma rojhilatê Îranê ve wekî pilanek pir mezin û dîrokî ji bo geşepêdana hevseng a welêt wesif kir.
Çavkaniyên agah qala şerezmûna hevpar a artêşên Tirkiye û Qeterê li peravên Kendava Farsê kirin.