Hezîran 25, 2021 17:03 Asia/Tehran
  • NY: Li peravên Yemenê 300 koçber xeniqîn

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, boteke(qayiqeke) koçberan li peravên Yemenê noqî avê bûye û di bûyerê de 300 kesan canê xwe ji dest dane.

David Gressly, Koordînatorê Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî ragihand ku bi kêmanî 300 kes di bûyera binavbûna bota koçberan de li peravên Deryaya Sor û nêzîk sînorê Yemenê xeniqî ne û canê xwe ji dest dane.

Li gorî Reutersê, Gressly got, “Em dizanin keştiyek ku koçber vediguhastin bin av bûye, dibe ku 200 belkî jî 300 kes miribin, em hejmarê rast nizanin.”

Koçberên ji welatên Afrîqayê yên wek Etiyopya, Erîtrea, Somalî û Cîbûtî piştî rêwîtiyeke deryayî ya pir metirsîdar, di ser Yemenê re diçin Erebistana Siûdî.

Di wan salên dawî de koçberbûna ji welatên navend û bakurê Afrîqayê ber bi welatên din ve û bi taybet welatên Ewropayê û kendava Farsê zêde bûye û di rêyên qaçax re jî gelek bûyerên noqbûna qayiq û gemiyên koçberan çê dibin.

Yemenê hêj di derbarê mijarê de ti daxuyanî nedaye.

Serepeyv