Roja Neteweyî ya Kendava Farsê
Îro roja Înê 30ê Nîsana 2021an salvegera derketina koloniyalîstên Purtogalî ji nav avên başûrê Îranê anku avên Kendava Farsê di sala 1622an a zayînî ye her ji ber vê yekê îro wek "Roja Neteweyî ya Kendava Farsê" hatiye binavkirin.
Kendava Farsê wek mezinriyeke deryayî hertim xwedan mewqiyeka berbiçav a siyasî bûye û îro wek girîngtirîn avrêya navneetweyî li cîhanê tê naskirin.
Kendava Farsê hertim wek derbasgeha danûstandina kelûpelan û ticareta navbera Rojava û Rojhilat, meydana rikeberî û kêşeyên hêzxurtên navçeyî û navneteweyî bûye.
Hin welatên ereb ên derdora Kendava Farsê di salên dawî da bi handan û tehrîka welatên zorbêj ên rojavayî li dû xalifandin û guhertina navê Kendava Farsê ne; Eva di rewşekê da ye ku navê vê kendavê ji mêj va Kendava Farsê bûye û li nivîsarên cîhangeran û kitêbên dîroknivîsan bi caran ev nava hatiye qeydkirin..
Kendava Farsî di navbera Îran û Nîvgirava Erebî de deryayek nîvgirtî ye ku di Tengava Hormuz re derbasî Deryaya Omanê dibe û ji wir jî diçe Oqyanûsa Hindê.
Ev panava bi nav û deng ketiye başûr û başûrê rojavayê Îranê, li sînorên parêzgehên Xûzistan, Bûşehr û beşek ji parêzgeha Hormuzganê yên Îranê û digel heft welatên wekî Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Behreyn, Iraq, Erebistana Siûdî, Oman, Qeter û Kuwêtê hevsînor e.