Berdevkê AKPê: Divê pêvajoya hilweşandina PKKê di demeke kêm da tevav bibe
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser danîna çekan a komeke PKKyê got, Ez hêvî dikim ku ev pêngava girîng a ku îro di rêya armanca me ya 'Tirkiyeya Bê Teror' de hat avêtin, bibe wesîleya xêrê." Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik: "Ji bo bigihêjin armanca Tirkiyeya Bêteror pêngaveke girîng hat derbaskirin.
Serokoamrê Tirkîyê, Receb Teyyîb Erdogan herwiha got: Bila Xwedayê Mezin, di vê rêya ku em ji bo ewlehiya welatê me, aramiya gelê me û pêkanîna aştiyeke mayînde li herêma me dimeşin de, me bigihîne armancên me."
Umer Çelîk jî got: Divê fesixkirin û çekdanîna PKKyê di demeke kin da temam bibe."Çelik der barê çekdanîna PKKê da diyar kir ji bo bigihêjin armanca Tirkiyeya Bêteror pêngaveke girîng hat derbaskirin û got ku divê fesixkirin û çekdanîna PKKyê di demeke kin da temam bibe.Berdevkê AKP destnîşan kir bi banga dîrokî ya Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û bi îradeya dewletê ya serokomar, ji bo Tirkiye ji barê terorê xilas bibe, biryardariya ku rûpeleke dîrokî bê vekirin, bi hêzdarî didome.