Iraqçî: Êrişa Rejîma Sîyonîst ser Îranê karekî tirsonekane bû
Wezîrê Karên Derve yê Îranê amajeyî êrişa Rejîma Sîyonîst ser Îranê kir û got ku terorkirina zanyar û rayedarên leşekrî yên Îranê karekî tirsonekane û neberpirsane bû.
Ebbas Iraqçî di hevpeyvîna digel Belavoka Lomond a Fransayê da bal kişand ser êrişa Amerîkayê ser binkeyên navokî yên Îranê û got ku zîyana ku li binkeyên navokî yên Îranê ketîye, ciddî ye, lê ev idiaya ku ``bernama navokî ji nav çûye û divê gel biryara daxistina wê bide`` encama şaşitîya hesabê ya amerîkîyan e.
Iraqçî derbara ihtimaal destpêkirina dubare ya muzakieyên tev Amerîkayê da jî got: Dîplomasî rêyeke dualî ye û Amerîkayê xwe muzakire qut kir û dest bi êrişa ser Îranê kir. Lewma divê dîyar bbie ku serederîya Amerîkayê guherîye û idî yê êrişî Îranê neke.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê derbara pişikdarîya ewrûpîyan di muzakireyên ihtimalî yên di navbera Îran û Amerîkayê dajî got: Ewrûpî divê destpêkê serxwebûna xwe nîşan bidin, paşê êrişên ser Îranê şermezar bikin û herwiha gefa sepandina boykotên zêdetir hibmer Îranê nexwun.
Iraqçî careka din pêgirî kir ku armanca Îranê ji zengînkirina oranîyomê, sûdwergiritna biaştî ji wê ye û Îran heta vê gavê jî ku ketîye ber destdirêjîyê, ji sîyaseta xwe ya fermî ya qedexebûna bikaranîna çekên navokî dûr neketîye.
Wî derbara bikaranîna mekanîzma Maşe ango sepandina boykotên navdewletî ser Îranê da jî, hişyarî da welatên ewrûpî û ragihand ku bikaranîna wê mekanîzmê dijî Îranê, bi wateya êrişa leşkerî ser Îranê ye.