Heftê û pêncemîn Komkeştiya şêr a Hêza deryayî ya Artêşa Îranê gihîşte nav avên welêt
Heftê û pêncemîn Komkeştiya şêr a Hêza deryayî ya Artêşa Îranê îro gihîşte avên welêt.
Li gorî rapora IRAN Pressê, Heftê û pêncemîn Komkeştiya şêr a Hêza deryayî ya Artêşa Îranê îro bi pêşwaziya keştiyên şêrr û balefirên şêrr ên Hêza asimanî ya artêşê derbasî avên welêt bû.
Heftê û pêncemîn Komkeştiya şêr a Hêza deryayî ya Artêşa Îranê pêkhatî ji keştiya cengê ya 'Sehend'ê û keştiya Mukranê piştî 133 rojan gerrên deryayî li deryayên azad û oqyanûsan û derbaskirina 44 hezar kîlomitran gihîşte avên Îranê.
Ev komkeştî ji aliyê du keştiyên şêrr ên navtîpa seravî ji navçeya yekem a Hêza deryayî û 2 balefirên şêrr ên baregeha asimanî ya şehîd Ebdulkerîmî ya Hêza asimanî ya artêşê li Bender Ebasa navenda parêzgeha Hormuzganê li başûrê Îranê va hat pêşwazîkirin.
Vê komkeştîyê roja 2ê Gulana 2021ê bi armanca xurtkirina iqtidara deryayî, dabînkirina ewlehiya hêlên deryageriyê û xurtkirina dîplomasiya deryayî, memûriyeta xwe li Oqyanûsa Hindê, Atlantîka Başûr û Bakûr dest pê kir û bi bilindkirina alaya Komara Îslamî, peyama aştî û dostiya gelê mezin ê Îranê belav kir.