Zêdebûna hejmara şehîdên zîvala Xezzeyê bo 50 hezar û 983 kesan
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku hejmara şehîdên êrişên Rejîma Îsraîlê ser zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023an vir ve gihîştiye 50 hezar û 983 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê îro ragihand: Di heyamê 24 sietên borî de 39 welatiyên din ên filistînî li encama êrişên Rejîma Siyoîst ser zîvala Xezzeyê şehîd bûne û 118 kesên din jî birîndar bûne.
Vê Wezaretxaneyê ragihand ku hîna hejmarek ji qurbaniyan di bin kavilên avahiyan an jî li kolanan de asê mane û hêzên rizgarker û berevaniya sivîl ji ber tundiya bombebaranê nikarin xwe bigihînin wan.
Ji 18`ê Adara sala 2025`an va piştî destpêkirina dewra nû ya êrişên artêşa dagirker a siyonîst ser zîvala Xezzeyê, hezar û 613 filistînî şehîd û 4 hezar û 233 kes jî birîndar bûne.
Rejîma Siyonîst ji 7ê Cotmeha sala 2023an ve şerê dijî zîvala Xezzeyê bona jinavbirina tevgera Hemasê û vegerandina girtiyên siyonîst ji navçê dest pê kir, lê heta niha negihîştiye armancên xwe.