Tebax 23, 2021 14:40 Asia/Tehran
  • Îran, Rûsiye û Çîn dê şerezmûna deryayî ya hevpar li dar xînin

Balyozê Rûsiyê li Têhranê qala lidarxistina şerezmûna (tetbîqata leşkerî) ya hevpar a Îran, Rûsiye û Çînê li heyama dawiya sala 2021ê û destpêka sala 202an li nav avên Kendava Farsê kir.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya IRNAyê, Lêvan Cagariyan (Levan Dzhagaryan), Balyozê Rûsiyê li Têhranê di hevpeyîvîna tev ajansa Sputnikê ra got: Di dawiya îsal an destpêka sala bê da, ev şerezmûna deryayî ya hevpar dê were lidarxistin. Keştiyên şêrr ên Rûsiye, Îran û Çînê dê beşdarî vê şerezmûnê bibin. Armanca sereke ya vê şerezmûnê temrînkirina kiryaran jibo misogerkirina ewlehiya geştên deryayî yên navneteweyî û têkoşîan dijî dizên deryayî ye.

Balyozê Rûsiyê li Têhranê her wiha got: Li kêleka Rûsiye, Îran û Çînê, welatên mîna Hind, Sûriye û Venezûêla jî dê beşdarî vê şerezmûnê bibin.

Ajansa Sputnikê her wiha ji zarê Balyozê Rûsiyê li Têhranê ragihand ku Rûsiye pişta daxwaza Îranê jibo endamtiya li Rêxistina Hevkariya Şanghayê digire.

 

 

Serepeyv