Tîrmeh 03, 2021 18:46 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Pêdivî ye hukûmeta Amerîka derbarê cinayeta êrişa ser balafira rêwiyan a îranî berpirsyar bibe

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku divê hukûmeta Amerîka ji kiryara cinayetkarane ya êrişa ser balafira rêwiyên Îranê re berpirsyar bibe.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îran Pressê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî îro Şemiyê, amaje bi salvegera êrişa mûşekî ya keştiya cengî ya Amerîkay ser balafira rêwiyên îranî di 3ê Tîrmeha sala 1988an de kir û got: Hukûmeta Amerîkayê heya niha ji ber vê cinayeta mezin ji Komara Îslamî ya Îranê û neteweya Îranê lêborîn nexwestiye.

Rûhanî her wiha got: "Hikûmeta Amerîkayê ya wê demê ji ber vê cinayetê pesnê fermandarê keştiya êrîşker da û ew xelat kir, ku divê ji ber vê kiryara neheqiyê ya xwe li ber çavên raya giştî ya cîhanê bersivê bide."

Di salvegera şehîdkirina 290 rêwîyên balafira Airbusê de ku di 3ê Tîrmeha 1988an de bi du mûşekan ji hêla keştiyek cengê ya Amerîka ve hatibûn perçekirin û roxandin, îro merasimek bi beşdariya karbidestên Îranê û malbatên şehîdan li dar ket ku di encamê de cihê şehîdbûna rêwiyên îranî di nav avên Kendava Farisê li başûrê Îranê de hate gulreşandin.

Serepeyv