May 11, 2021 11:51 Asia/Tehran
  • Mîrê Qeter ê û welîehdê Siûdî derbarê rewşa Rojhilatê Navîn axivîn

Mîrê Qeterê çû Erebistanê û bi welîehdê vî wwelatî ra hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Erebistanê (WAS), Temîm bin Hemed Alê Sanî mîrê Qeterê Duşemiyê bi şev bo cara yekem ji dema wajokirina lihevkirinameya aştiyê digel çar wwelatên erebî (Misir, Erebistan, Behreyn û Imarat) derbasî Cedeya Erebistanê bû û di dema gihîştinê da ji aliyê Bin Selman va hat pêşwazîkirin.

Mîrê Qeterê û Bin Selman di vê hevdîtinê da derbarê pêwwendiyên du welatan, hevkariyên dualî di warên cûrbecûr, hevkariyên navçeyî û navneteweyî û hewildanên pêkhatî di vî warî da vekolandin.

Pêştir ofîsa Mîrê Qeterê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku Temîm bin Hemed Alê Sanî di civîna bi Muhemed bin Selman ra dê rewşa navçeya Kendava Farsê di rewşa gotûbêjên navneteweyî tev Têhranê, rewşa Yemenê û alûgorên vê dawiyê yên têkildarî pêvajoya aştiyê li Efganistanê gotûbêj bike.

 

Serepeyv