Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê: Me gef û muzakire hevgav bi hev re qebûl nekir
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Nabe ku meriv hevgav îdiaya muzakereyê bike û di eynî demê de siyaseta zext, boykot û gefan berdewam bike. Ev nêrîn qet nayê qebûlkirin.
Îsmaîl Begayî, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê di civîna xwe ya rojnamevanî ya heftane derbarê gerra yekem û duyemîn a muzakirên Îran û Amerîkayê û dewama siyasetên boykotan dijî Îranê got: Ev helwestên newekhev in in ku tên hilêxistin û divê vê nakokiyê çareser bikin. Yek ji sedemên muzakirêm nerasterast hema ew e ku hûn nikarin hevgav siyaseta zext û gefan bidomînin, nêrînên wiha nayê qebûlkirin.
Beqayî got ku mijara me ya sereke di muzakiran rakirina boykotên zalimane ye ku bi dehan sal in li ser Îranê hatine sepandin û ev daxwaza me ya cidî ye ku me hilêxist û em wê dişopînin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê her wiha got ku li asta navçeyê mixabin em şahidê jînosayda li Xezzeyê û cinayeta li Rexê Rojava bûn. Nexweşxaneya El-Moemedanî, ku beşek ji jînosayda a li Xezzeyê ye, dîsa ket ber êrişan. Li Lubnanê jî agirbes hatiye binpêkirin. Êrişên ser Yemenê her berdewam in û em wan hemûyan şermezar dikin.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê derheq pêşniyara Têhranê bo Almanyayê ji bo avakirina bernama peyadkirina rasitiyan derbarê dayîna çekên kîmyayî bo rejîma Beis a Iraqê got: Ev mijar rojeva hertimî ya wezareta karên derve ye û bi derbasbûna demê re ev mijar nayê jibîrkirin. cinayetên ku di şerê sepandî Seddam Husêyn kirin û bikaranîna çekên kîmyayî mînakên eşkere yên cinayetên şer in. Divê her kesê ku têde dest hebûn bersivê bidin.