Nîsan 15, 2025 10:07 Asia/Tehran
  • Destdirêjiya berfireh a bajaroknişînan ser mizgevta Eqsayê

Çavkaniyên filistînî derbarê destdirêjiya berfireh a bajaroknişînan ser mizgevta Eqsayê bi piştgiriya polîsê Rejîma Siyonîst agahî dan.

Çavkaniyên filistînî li Qudsa dagirbûyî derbarê êrişa hejmarek zêde ji bajaroknişînê siyonîst ser mizgevta Eqsayê ji vê sibê heta niha bi piştgiriya polîsê vê rejîmê agahî da û agehandin ku ev kiryar mahiyet û nasnama  erebî û îslamî ya mizgevta Eqsayê ku dê taybetî misilmanan bimîne, naguherîne.

Çavkaniyên filistînî bal kişandin ser ketina bi sedan bajaroknişîn û hejmareke zêde ji kesayetên tundrew ên siyonîst nav mizgevta Eqsayê û li ser hewaildana dagirkeran bona parvekirina vê misgevtê hişyarî dan.

 Her wiha leşkerên dagirker sînorên giran ên ewlehiyê bo derbasbûna filistîniyan nav mizgevta Eqsayê kivş kirine.

 

Serepeyv