Di vê raporê da hevkarê me Cimoyê Merûf li ser pêngavên hikûmeta Inglîzê ji bo dersînorkirina penaxwazan şiroveyekê pêşkêş dike.
Berpirsê Karûbarên Penaberên Kurd li Bakur û Bakur-Rojhilatê Sûriyê qala koçberbûna bi dehan hezar malbatan ji Serîkanî û Girê Sipî bo navçeyên din ên Kurdnişîn ên Sûriyê piştî dagirkirina van navçeyan ji aliyê Tirkiyê va di sala 2019an da kir.
Dadgeha Brîtanyayê pêşnumaya bigengeşe ya dijî koçberiyê ya hikûmeta vî welatî neqanûnî zanî.
Gemiyeke hilgira 26 penaberên sûrî û cezayîrî li Deryaya Sipî noqm bû.
Encûmena Kampa Mexmûrê ragihand piştî 16 rojan ji dorpêçkirina kampê ji aliyê Artêşa Iraqê ve, duh Yekşemê hêzên Iraqê li derdora kampê vekişyan.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê ser vegeriyana penaxwazêîn sûrî bo navçeyên bin kontrola Şamê tekez kir.
Bi hezaran kes ji wan gelek ji koçberên neqanûnî roja Şemiyê li Parîsê û bajarên din ên Fransayê meşiyan û nerazîtiya xwe li hemberî guherînên plandarêştî di pêşniyazqanûna nû ya Koçberiyê ya dewleta Emmanule Macron Serokkomarê Fransayê diyar kirin.
Gelê Fransayê wek nerazîtiya li hemberî qanûna nû ya Koçberî û Penaberiyê ya pêşniyazkirî ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ên Fransayê va xwenîşandan li dar xistin.
Awareyan wek nerazîtiya li hemberî siyasetên hikûmeta Yûnanê li Atêna paytexta vî welatî xwenîşandan bi rê xistin.
Garda deryayî ya Îtalyayê bo rizgarkirina komeke koçberên astengbûyî li deryayaê de ma derengiyê di encamê de komeke koçberan li avên Deryaya Sipî wenda bûn ku bû sedema rexneyan dijî hikûmeta Îtalyayê.