Tîrmeh 09, 2023 16:45 Asia/Tehran
  • Bi dehan hezar malbat ji Serîkanî û Girê Sipî koçberî deverên din ên Kurdnişîn ên Sûriyê bûne

Berpirsê Karûbarên Penaberên Kurd li Bakur û Bakur-Rojhilatê Sûriyê qala koçberbûna bi dehan hezar malbatan ji Serîkanî û Girê Sipî bo navçeyên din ên Kurdnişîn ên Sûriyê piştî dagirkirina van navçeyan ji aliyê Tirkiyê va di sala 2019an da kir.

Şêxmûs Ehmed Berpirsê Karûbarên Penaberên Kurd li Bakur û Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi gotina vêya ku ji dema êrîşên dewleta Tirkiyê, pêla koçberiyê ji ber cinayetên li dijî Serîkanî û Girê Sipê didome, got: Êrîşker ji bo neçarkirina niştcihlên sereke yên van navçeyan bo koçberiyê cinayertan pêk tînin da ku demografiya navçeyê biguherînin û kesên din li dewsa wan bi cih bikin. Ewlehî û perwerdehî li van navçeyan tineye, di halekî da ku revandina mirovan li van navçeyan berdewam zêde dibe.

Berpirsê Karûbarên Penaberên Kurd li Bakur û Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi gotina vêya ku heta niha 550 malbatî navê xwe di arşîva kampa Penaberên Girê Sipî li bajarê Til Semînê yê bakurê Reqayê tomar kirine, got: Rêxistina Neteweyên yekbûyî tin alîkariyekê nade û kampê cihek ji bo bicihkirina malbatên zêdetir tineye. Bi awayekî ku di heyama 3 mehên derbasbûyî da 256 malbat ji Girê Sipî berê xwe dane navçeyên bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê û eger rewş bi vî awayî pêş da biçe, navçeyên bin kontrola Tirkiyê nemaze Girê Sipî dê ji niştcihên xwe yên resen vala bibin.

 

Serepeyv