Li peravên Mexribê keştiyek bin av bû: 6 penaber xeniqîn, 48 hatin rizgarkirin
Tîrmeh 22, 2023 20:09 Asia/Tehran
Li peravên Mexribê keştiyek a penaberan bin av bû. Di encamê de 6 penaberan jiyana xwe ji dest dan û 48 penaber jî hatin rizgarkirin
Li peravên Mexribê keştiyeke penaberan noqî avê bû. Di encamê de bi kêmanî 6 penaberan jiyana xwe ji dest da û 48 penaber jî rizgar bûne.
Hêjayî gotinê ye ku li peravên Tûnis, Mexrib û Îtalyayê bûyerên noqbûna keştiyên penaberan dubare dibin. Di meha borî de berdevka Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya Îtalyayê Kier Cardoletti diyar kiribû ku ji ber noqbûna keştiyê, derdora 40 penaberan li nêzî girava Lampedusa ya Îtalyayê xeniqîn.