Iraq u demajoya sîyasî ya lihevalîyayî; gelo gorêkork yê li Hewlêr u Silêmanîyê bê vekirin?
Bi tundbûna nakokîyên di navbera PDK u YNK da têkildarî posta Serokomartîya Iraqê, demajoya sîyasî li vî welatî derbasî qonaxeke nû ya lihevalîyanê bûye.
Ji ber giranbûna nakokîyên di navbera PDK u YNK da, demajoya sîyasî ya Iraqê derbasî qonaxeke nû ya lihevalîyanê bûye, kurd careka din veguherîne faktora herî bibandor di atmosfera sîyasî ya Iraqê da û nakokîyên di navbera wan da, bûye berbendeke mezin ser rêya kivşkirina serokwezîr, serokê parlimanê u serokomar. u pêkanîna kabîna nû ya vî welatî.
Di halekî da ku partîyên din ên Herêma Kurdistanê çavlirê ne ka çi encamek ji muzakireyên PDK u YNK têkildarî posta serokomartîyê derdikeve, nakokîyê giran di navbera YNK u PDK da rê li ber her liyêkgiheştineka navxweyî girtîye û ev yeka bandorê li komên sîyasî yên pirranî şîe û kêmîneya erebên sunne yên Iraqê jî dike, komên ku vê gavê biryar dane heta dema çarenûsa posta serokomartîyê kivş u zelal dibe, berbijarên xwe ji bo postên serokwezîrtî u serokatîya parlimanê ranegihînin, ji ber ku li gorî qanûna bingehîn erka serokomar e ku berbijarê firaksyona herî mezin ji bo pêkanîna kabîna nû ya Iraqê rasipêre.
YNK Bafil Talebanî wek berbijar ji bo posta serokomartîyê destnîşan kirîye, lê pirs ev e ku gelo dê PDK vê yekê qebûl bike yan na?
Heta vê gavê ti nîşaneyeke lihevkirina PDk u YNK di vî warî da xûya nake û nakokîyên kûr ên di navbera her du alîyan da bûne sebeb ku tevî derbasbûna zêde ji salekê ji ser hilbijartina parlimanê va, hê parliman u kabîna nû ya Herêma Kurdistanê nehatine pêkanîn.
Mehma Xelîl yek ji rêvebirên PDK gotîye ku vê partîyê di hilbijartina parlimanî ya vê dawîyê da li Iraqê, dkursîyên herî zêde li asta Herêma Kurdistanê bi dest xistîye, lewma divê ew, berbijarê posta serokomartîyê bide nasandin, ev helwesta bûye sebeb ku YNK bi tundî bertekê nîşan bide.
Casim Mihemed Cefer yek ji rêvebirên Hevalbendîya Dewleta Qanûnê bi serokatîya Nûrî Malikî jî ragihand ku ragihandina navê berbijarê posta serokwezîrtîya Iraqê paşda ket û dîyar kir ku heke pêwîst be, Çarçova Hevahengîya Şîeyên Iraqê dikare berbijarê xwe ji bo posta serokwezîrtîyê tenê di çend rojan da destnîşan bike, lê wiha baş dibîne ku heta dema kivşbûna berbijarê posta serokomartîyê, çavlirê bimîne.