Hezîran 05, 2023 16:31 Asia/Tehran
  • Artêşa Iraqê ji derdora kampa Mexmûrê vekişiya

Encûmena Kampa Mexmûrê ragihand piştî 16 rojan ji dorpêçkirina kampê ji aliyê Artêşa Iraqê ve, duh Yekşemê hêzên Iraqê li derdora kampê vekişyan.

Piştî ku hêzên Artêşa Iraqê ji 20ê Gulanê ve çûne ser Kampa Mexmûrê ya penaberên Turka û hewl dan li dora wê xendekan bikolin û dora wê bi têlan bigirin, nerazîbûna xelkê kampê berdewam bû û ji bo wê yekê jî li pêşiya kampê konê nerazîbûnê vedabûn.

Ji bo çareserkirina aloziyan û asayîkirina rewşê li kampê, rayedarên Kampa Mexmûrê bi rayedarên Iraqê re gelek hevdîtin kirin. Di encama wan hevdîtinan de lihevkirin çêbû û leşkerên Iraqê ji dora kampê vekişiyan û xelkên Mexmûrê jî dawî li çalakiya xwe ya konvedanê anîn.

Encûmena Kampa Mexmûrê derbarê rewşê de daxuyaniyek belav kir û ragehand ew bi rêya diyalogê bi rayedarên Iraqê re gihştine lihevkirinekê ku hêzên Iraqê ji derdora Kampa Mexmûrê vekişin û encûmena kampê jî dawî li nerazîbûnan bîne.

Serepeyv