Hezîran 29, 2023 15:57 Asia/Tehran
  • Pêşnumaya bigengeşe ya dijî Koçberiyê ya Hikûmeta Brîtanyayê neqanûnî hat ragihandin

Dadgeha Brîtanyayê pêşnumaya bigengeşe ya dijî koçberiyê ya hikûmeta vî welatî neqanûnî zanî.

Dadgeha Venihêrînê ya Brîtanyayê îro Pêncşemî bi dayîna biryarekê, pêşnumaya bigengeşe ya hikûmeta Rîşî Sunak Serokwezîrê vî welatî derbarê dersînorkirina penaxwazan bo Rwandayê neqanûnî zanî.

Ajansa Penaberan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û Navendên Xêrxwziyê yên Mafên Mirov pêşwazîli biryara dadgeha Brîtanyayê kirine.

Komîsaryaya Bilind a Penaberan a NY'yê ragihandibû ku hikûmeta Brîtanyayê nikare ewlehiya penaxwazên ku bo Rwandayê tên şandin, misoger bike.

Pêşnumaya bigengeşe ya dijî koçberiyê ya hikûmeta Brîtanyayê tûşî nerazîtiyên berfireh li hundirê vî welatî û asta navneteweyî bûye.

Gîliyan Trîgz Şêwirmendê Sekreterê Giştî yê Komîsaryaya Bilind a NY di Karûbarên penaberan da ev pêşnuma berovajî rêzik û pîvanên navneteweyî zanî.

Komara Îslamî ya Îranê jî ev pêşnumaya hikûmeta Brîtanyayê wek şemeke dîrokî ji bo Londonê û hemî wan aliyan zanî ku gişt şiyana xwe ji bo nixûmandina raboriya xwe ya koledariyê bi kar anîne.

Li gorî vê pêşnumaya bigengeşe ya hikûmeta Brîtanyayê, qanûnên koçberiya bo vî welatî dijwartir bûn û kesên ku bi rêyên neqanûnî derbasî vî welatî dibin, di heyama 28 rojan da tên dersînorkirin û rê li ber vegeriyana wan bo Brîtanyayê di pêşerojê da tê girtin.

 

Serepeyv