Kanûn 08, 2025 16:34 Asia/Tehran
  • Greva berfire dijî sîyasetên Colanî li perravên Sûrîyê

Îro wek bersiva himber bangewazîya Serokê Civata Bilind a Islamî ya Elewîyan, li gellek deverên perravên Sûrîyê greveke berfire dest pê bû.

Zêrevana Mafên Merivan a Sûrîyê ragihand ku li şarên Laziqîye, Cebele, Tertûs, Safîta, Dirîkîs û hin navçeyên derdora rojavaya Hemayê nemaze li şarê Mîsafê îro greveke berfire dest pê bû ku Şêx Xezal Xezal Serokê Civata Bilind a Islamî ya Elewîyên Sûrîyê xwestibû were birêxistin.

Ev greva îro 8ê Kanûnê di yekem salvegera ketina hikûmeta Bişar Esed da li navçeyên pirranî elewînişîn ên Sûrîyê hat lidarxistin u li gorî gotina çavkanîyên xwecî, çalakîyên giştî li hin navçeyên hanê hema bêje hatin sekinandin.

Serokê Civata Bilind a Islamî ya Elewîyên Sûrîyê berî vîya di daxûyanîyekê da ragihandibû ku di rojên 8 heta 12ê vê mehê da wek bersivek himber zext û gefên hikûmeta Colanî yê greva seranserî li vî wealtî were lidarxistin. 

Serepeyv