Kanûn 08, 2025 20:46 Asia/Tehran
  • Operasyona Heşdi Şe`bîyê ji bo ramalîna hin navçeyên Selahedîn u Enbarê

Hêzên emnî yên Heşdi Şe`bîyê, operasyoneke berfire bi merema dabînkirina ewlehîya cadeya di navbera şarê Bêcî li parêzgeha Selaheddînê u navçeyên çola Enbarê dest pê kirin.

Li gorî çavkanîyên emnî li parêzgeha Enbarê ku ketîye rojavaya Iraqê, yekîneyeke hêzên emnî ya Heşdi Şe`bîyê operasyona ramalîna cadeya Bêcî- Hedîsê ji terorîstan u maddeyên teqandinê yên cî da mane, dest pê kirîye.

Hêzên Heşdi Şe`bîyê karîn di qonaxa yekem a vê operasyonê da çend wesîleyên bombekirî yên ji dema serdestîya terorîstên DAIŞê mane, keşif bikin u ji nav bibin.

Hêzên Heşdi Şe`bîyê herwiha gellek xalên lêgerîn u kontrolê ji bo giritna pêşîya derbasbûna terorîstan li vê herêmê danîn û lêgerîna li navçeyên ku wek palpişta şaneyên terorîstî yên DAIŞê li navçeyên çolê tên hesêb, didomînin. 

Serepeyv