Kanûn 08, 2025 17:43 Asia/Tehran
  • Tirkîyê karwanekî leşkerî derbasî bakura Sûrîyê kir

Tirkîyê piştî ku gef li kurdên Sûrîyê xwar heke pabendê rêkevtinameya tev Şamê nebin, dê êrişî wan bike, alavên leşkerî u cengê yên nû derbasî bakura Sûrîyê kir.

Artêşa Tirkîyê di dewama dagirkerîya li bakura Sûrîyê da, doh êvarê karwanekî leşkerî yê nû ji rêya Efrîn, Serêkanî u bakura Helebê va derbasî axa Sûrîyê kir. 

Hevdem hat gotin ku artêşa Sûrîyê di bin fermana Colanî da jî ber bi navçeyên bakura vî welatî va bi rê ketîye.

Tirkîyê berî vîya gef li HSD xwaribû ku heke pabendên rêkevtinameya 10ê Adarê ya di navbera Mezlûm Ebdî u Colanî da nebe, Şam yê di dawîya salê da bi piştevanîya Enqerê operasyonekê dijî wan dest pê bike.

Ev gefên dijî kurdên Sûrîyê di halekî da ne ku Colanî vê dawîyê gotibû ku HSD yê bi zûtirkê tevlî artêşa Sûrîyê bibe. 

Serepeyv