Tîrmeh 27, 2023 16:30 Asia/Tehran
  • Dijberiya Rûsiyê û Sûriyê li himber her cure siyasîkirina dosiya penaberên sûrî ji aliyê rojava û Trkiyê ve

Di hevdîtina Bişar Esed, Serokkomarê Rûsiyê bi Elêklsandir Lavrêntîv, Şandiyê Taybet ê Viladîmîr Pûtîn, Serokkomarê Rûsiyê de, her du aliyan amajeyî hewildana rojava û Tirkiyê bona siysîkirina meseleya penaberên sûrî kirin û ragihandin ku ew dijberê her cure siyasîkirina dosiya penabera in

 

 Bişar Esed, Serokkomarê Sûriyê tev Elêksandir  Lavrêntîv, Şandiyê taybet ê Serokkomarê Rûsiyê û şandina pêre hevdîtin pêk anî û derbarê dopsiya vegeryana  peebrên sûrî û pêngavên rakirî di vê barê de, ji xeynî îdeyên  hilêxistî di asta welatên erebî û naveteweyî behs û nîqaş kirin.

 Di vê hevdîtinê de, her du aliyan derbarê venekişyana Tirkiyê ji erdên Sûriyê û her wiha mijara  alîkariyên mirovheziyê bo xelkê sivîl ê sûrî li navçeyên di bin kontrola mîlîtanên ser  bi Tirkiyê li gor  prensîpîn  serweriya neteweyî û qanûna  navneteweyî ya mafên mirovan gotûbêj kirin.

 Bişar Esed diyar kir: Helwêsta cidî ya Rûsiyê derbarê rojava û Amerîkayê yek ji hegerên herî giring ên  çêbûna  cîhana çend cemseriyê ye û hemî welat û neteweyên ku qanûn û rêzikên navneteweyî berçav digrin û berevaniyê ji serwerî û serbixwetiya  biryardayîan xwe dikin, çavê xwe berdane cîhana çend cemseriyê.

Lavrêntîv jî di vê hevdîtinê de, ser dewama  piştgiriya  Rûsiyê ji Sûriyê bona xurtkiina ewlehî û aramiya xelkê Sûriyê û dewama  hevkariya di navbera her du welatan bo dabînkirina vegeryana  hêja ya  penberên sûrî teqez kir.

 Wî got ku  Rûsiye û Sûriye ser mirovhezîbûna  dosiya  penebrên sûrî pêbend in û dijberê her cure hewildana bo siyasîkirina vê dosiyê ne.

 jI aliyê din ve Şêx Mûs Ehmed, Serokê Nivîsgeha karûbarên aware û penaberên  kurd li bakurê Sûriyê jî tevî amajeya li hewildanên Tirkiyê bona guhrtina  demagrafiya navçeyên bin kontrola Tirkiyê ragihand ku  ev kiryara Tirkiyê, binpêkiina rêzikên navneteweyî ye.

 Şêx Mûs Ehmed, îdiaya hikûmeta Tirkiyê derheq vegeryana  penebrên sûrî bi awayê xwebexş derew da zanîn û got hikûmeta Tirkiyê di halê lezandina veguhestina penaberên Sûriya û niştecîkirina wan li navçeyên  bin kontrola xwe li Sûriyê ye.

 Hikûmeta Tirkiyê penebran  bikar tîne bona  guhertina demgrafiya navçeyê.

 Di eynî demê de dixweze ku propagendeya  xwe ku beriya hilbijartinê dikir, cih bîne û ji YE re bêje ku koçberiya bo Ewrûpayê bisînor dike.

 

 

 

Serepeyv