Pêşwazîya niştecihên Zîvala Xezzeyê ji meha bimbarek a Remezanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i358408-pêşwazîya_niştecihên_zîvala_xezzeyê_ji_meha_bimbarek_a_remezanê
Filistînîyên Zîvala Xezzeyê tevî qeyrana merivî û debarê ku ev herêma dayeber xwe, ji meha bimbarek a Remezanê pêşwazî kirin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Sibat 18, 2026 08:30 Asia/Tehran

Filistînîyên Zîvala Xezzeyê tevî qeyrana merivî û debarê ku ev herêma dayeber xwe, ji meha bimbarek a Remezanê pêşwazî kirin.

Tevî qeyrana merivî ya berfire u giran li Zîvala Xezzeyê ku encama bêsozîya Rejîma Sîyonîst u rêgirîya ber derbaskirina alîkarîyên merivdostîyê bo vê herêmê ye, didome, niştecîyên vê zîvalê ji meha bibmarek a Remezanê pêşwazî kirin. 

Niştecîyên Zîvala Xezzeyê bi xemilandina kolan, mal u çadiran taybet bi meha Remezanê, careka din nîşan dan ku tevî hemî pirsgirêkan ji meha bimbarek a Remezanê pêşwzîyê dikin. Remezana îsal ji ya salên buhurî cidatir e. Ji ber kêmbûna av, ceryan u xwarekê filistînîyên vê herêmê di rewşeke dijwar da dijîn. Hevgavê vê yekê niştecîyên vê herêmê di xema jidestdana xizm u kesên xwe di encama êrişên Rejîma Sîyonîst da ne. Rejîma Sîyonîst herwiha nahêle alîkarîyên merivdostîyê derbasî Zîvala Xezzeyê bên kirin, lewma kel u pel gellekî biha bûne û pirranîya filistînîyên vê herêmê nikarin hewcedarîyên rojane yên xwe dabîn bikin.