Dewama Êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzê û jordaçûna şehîdan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i360350-dewama_Êrişên_rejîma_siyonîst_ser_xezzê_û_jordaçûna_şehîdan
Di encama hilweşîna avahiyek şeş qatî li Zîvala Xezzeyê, ku berê di êrîşên Rejîma Siyonîst de zirar dîtibû, 20 Filistînî hatin kuştin, di nav de pênc zarok û bi dehan kes bêserûşûn bûne.
(last modified 2026-09-16T15:23:18+00:00 )
Îlon 16, 2026 18:52 Asia/Tehran
  • Dewama Êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzê û jordaçûna şehîdan

Di encama hilweşîna avahiyek şeş qatî li Zîvala Xezzeyê, ku berê di êrîşên Rejîma Siyonîst de zirar dîtibû, 20 Filistînî hatin kuştin, di nav de pênc zarok û bi dehan kes bêserûşûn bûne.

Mehmûd Besel, berdevkê Parastina Sivîl a Xezzeyê got ku tîmên rizgarkirinê heta niha karîne cenazeyên 20 şehîdan ji nav kavilên li herêma Senaeyê ya bajarê Xezzeyê derxînin û bi dehan kesên din hîn jî bêseerûşûn in û 15 kes jî birîndar bûne. Wî got ku bi sedan xanî û avahî li deverên cûda yên Xezzeyê di xetereya hilweşînê de ne û rewşa herêmê karesatbar e û heke ji bo ji nû ve avakirina Xezzeyê tedbîr neyên girtin, di pêşerojê de tiştên xerabtir dê biqewimin.

Mehmûd Besel destnîşan kir ku tîmên rizgarkirinê ji kêmbûna îmkanan ji bo lêgerîna windahiyên di bin xirbeyan de zehmetiyan dikişînin. Hin çavkaniyan ragihandin ku heta niha zêdetirî 60 kes winda ne. Wî got: Ev avahiya şeş qatî cihyê jiyana bi dehan xelkê Xezzeyê bû ku di dema êrîşên Rejîma Siyonîst de malên xwe winda kirin û ji cih û warên xwe bûn. Berdevkê Parastina Sivîl a Xezzê tekez kir ku nêzîkî 2000 avahiyên zirardîtî ku hîn jî mirov lê dijîn, di xetereya hilweşînê de ne. Bi amajeyî xetereya cidî ya li ser sivîlan, nemaze yên ku di avahiyên ku di dema şer de bi giranî zirar dîtine de dijîn kir û banga derbasbûna alavên giran û pêwîst bo Xezzê kir da ku mirovên di bin xirbeyan de asê mane werin rizgarkirin.

Tevgera Hemasê di daxuyaniyekê de ragihand ku karesata hilweşîna avahiya Seadeyê li bajarê Xezzeyê ku li ser niştecih û penaberên ku li wir diman hilweşiya, serdemeke nû ji dûhatên karesatbar ên mirovî yên şerê jînosaydê û wêrankirina berfireh a ku rejîma dagirker li Zîvala Xezzeyê de ye. Vê tevgerê tekez kir ku ev karesat encameke din a rasterast a şerê jînosaydê yê hovane yê rejîma dagirker li dijî gelê Filistînê li Zîvala Xezzeyê ye û berpirsiyariya bi tevahî ya wê ser mile Rejîma Siyonîst e. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: Cinayetên dagirkeran ne tenê bi bombebarankirina sivîlan, wêrankirina malên wan û komkujiyan li dijî gelê Xezzeyê sînordar in û encamên van sûcan îro jî bi hilweşîna avahiyên zirardar û yên li ber hilweşînê berdewam dikin; avahiyên ku welatiyên filistînî neçar mane ku ji ber wêranbûna berfireh a mal û taxên niştecihbûnê û nebûna stargehek alternatîf di wan de bisitirin. Hemasê ragihand: Kêmasiya giran a makîneyên paqijkirina kavilan û alavên rizgarkirinê yên ku ji bo lêgerîna bi dehan kesên bêserûşûn di bin kavilên avahiya Seadayê de hewce ne, jiyana sivîlên bêguneh dixin xeterê dema ku demjimêrên krîtîk derbas dibin. Vê tevgerê bang li civaka navneteweyî kir ku demlidest tedbîran bigire da ku rê bidin makîneyên giran, alavên rizgarkirinê û tesîsên ku ji bo Rêxistina Alîkarî û Rizgarkirina Xezzeyê ve hewce ne, bikevin Xezzeyê da ku tîmên alîkariyê bikaribin bigihîjin mirovên ku di bin kavilan de asê mane û yên ku hîn sax in rizgar bikin. Hemasê her wiha hişyarî da ku karesateke mirovî ya berfirehtir çêbibe û ragihand ku Rêxistina Alîkarî û Rizgarkirina Xezzeyê hebûna nêzîkî 2000 avahiyên hilweşiyayî, zirardar û li ber hilweşînê ragihandiye ku hîn jî xelk lê dijîn û muhtemel e di her kêliyê de hilweşin.