Hejmara şehîdan li Xezzeyê rabû 73 hezar u 462 kesî
Hejmara şehîdên şerûtîya Rejîma Sîyonîst li Zîvala Xezzeyê rabû 73 hezar u 462 kesî u hejmara birîndaran jî rabûye 174 hezar u 509 kesî.
Ev amara nîşan dide ku qirrkirin û komkujî li Zîvala Xezzeyê tevî agirbesa di 11ê Cotmeha sala 2025ê da, hela jî bi destê leşkerên Rejîma Sîyonîst tê domandin.
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê pêgirî kirîye ku Rejîma Sîyonîst qet pabendê agirbesê nabe u ji wê demê va heta nika hezar u 326 welatîyên filistînî di encama êrişên Rejîma Sîyonîst da hatine şehîdkirin u 4 hezar u 398 kes jî hatine birîndarkirin.
Herwiha gellek gorî di bin kavilan da mane û ji ber kêmbûna alavên rakirina kavil u kelefeyan li Zîvala Xezzeyê, lêgerîna ji bo derxsitina meytan ji bin kavilan gellekî hêdî u sist pêş da diçe.