Hejmara şehîdên Xezzê rabû 73 hezar û 440 kesî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i359958-hejmara_şehîdên_xezzê_rabû_73_hezar_û_440_kesî
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê ragihand ku di 48 demjimêrên borî de cenazeyên 10 şehîd û 18 birîndarên filistînî bo nexweşxaneyên Xezzeyê hatine veguhestin û ragihand ku cenazeyê yek ji şehîdan ji bin kavilan hatiye derxistin.
(last modified 2026-08-29T13:38:56+00:00 )
Tebax 29, 2026 17:00 Asia/Tehran
  • Hejmara şehîdên Xezzê rabû 73 hezar û 440 kesî

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê ragihand ku di 48 demjimêrên borî de cenazeyên 10 şehîd û 18 birîndarên filistînî bo nexweşxaneyên Xezzeyê hatine veguhestin û ragihand ku cenazeyê yek ji şehîdan ji bin kavilan hatiye derxistin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê herwiha got ku termên hejmarek şehîdan hîn jî di bin kavilan de û li ser rêyan in û hêzên rizgarkirinê hîn nekarîne bigihîjin wan. Ji dema ku agirbes di 11`ê Cotmehê de destpê kir, hezar û 313 filistînî şehîd bûne û 4 hezar û 361 kesên din jî birîndar bûne û termên 815 şehîdan ji kavilan hatine derxistin. Ji destpêka êrîşa Rejîma Siyonîst ya li ser Xezzeyê di 7`ê Cotmeha 2023`an de, 73 hezar û 440 filistînî şehîd bûne û 174 hezar û 472 kes jî birîndar bûne.