Hejmara şehîdên Xezzê rabû 73 hezar û 438 kesî
Wezareta Tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand ku di 24 saetên buhurî de meytên 7 şehîd û 10 birîndaran bo nexweşxaneyên vê navçeyê hatine veguhestin.
Ji gişt hejmara şehîdan ku di vê midehê de hatiye qeydkirin 5 kes di encama êrişên vê dawiyê de û 2 kes jî ji ber giraniya birînên berê şehîd bûne. Vê wezaretxaneyê amajeyî viya kir ku hîna hejmarek gorî di bin kelefeyan û li kolanan de mane û hêzên hawargiheştinê û rêxistina alîkarî û rizgarkirinê heta nika nekarîne xwe bigihînin wan.
Anegorî vê raporê ji dema cihatina agirbesê li 11`ê Cotmehê heta nika hezar û 303 filistînî şehîd bûne û 4 hezar û 336 kes jî birîndar bûne. Herwiha heta nika meytên 814 şehîdan jî ji bin kelefeyan hatine derxistin.
Wezareta tendirustiya Xezzê ragihand ku ji dema destpêka şêrr di 7`ê Cotmeha 2023`an de heta nika hejmara şehîdên Zîvala Xezzê gihîştiye 73 hezar û 438 kesî û hejmara birîndaran jî rabûye 174 hezar û 447 kesî.