-
Çawişoglu û Lavrov derbarê Sûriyê de axivîn
Nîsan 28, 2020 16:40Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku wezîrê derve yê vî welatî Sergei Lavrov û wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlud Çawişoglu, bi telefonê axivîn. Herdu aliyan li ser awayên hevkariyê û têkoşîna li dijî Koronavîrusê û geşedanên dawî li Sûriyê gotûbêj kirin.
-
Li Tirkiyê 92 kesên din jî ji ber Koronayê mirin
Nîsan 28, 2020 19:50Hat diyarkirin ku li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 92 kesên din jî ji ber vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dane. Piştî van zanyariyan hejmara kesên ku heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 2 hezar û 992 kesan.
-
Di êrîşa balafirên Tirkiyê de li Lîbyayê 5 sivîl mirin
Nîsan 28, 2020 13:23Berdevkê koma Artêşa Niştimanî Ehmed Mismarî dibêje ku balafirên dewleta Tirkiyê herêma Nesme ya li başûrê bajarê Mezda kirine armanc û di encamê de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
-
PKK: Li Şirnex, Heftenîn û Xakurkê 12 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Nîsan 28, 2020 04:25Şervanên PKKê li Heftenîn, Xakurkê û Şirnexê li dijî artêşa Tirkiyê çalakî li dar xistin. Hat ragihandin di çalakiyan de herî kêm 12 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
-
Heya niha li Tirkiyê 2 hezar û 900 kes bi virûsa Koronayê mirine
Nîsan 28, 2020 03:44Li gorî gotina rayedarên Tirkiyê di nava 24 saetên dawî de li vî welatî ji ber vîrûsa Koronayê 95 kes mirin.
-
Li Tirkiyê bi sedan kes ji ber handana li torên civakî hatin girtin
Nîsan 27, 2020 21:34Zêde ji 400 welatiyên Tirkiyê ji ber çalakiyên handêr li torên civakî hatin girtin.
-
Meclisa Jinan a HDP’ê: Li Tirkiyê şîdeta li ser jinan zêde dibe
Nîsan 27, 2020 15:02Meclisa Jinan a HDP’ê daxuyand ku piştî pandemiya Koronavîrusê li Tirkiyê şîdeta li ser jinan zêde bûye û destnîşan kir ku hikumeta Tirkiyê vê yekê ji xwe re dike fersend.
-
Li Qersê di meha nîsanê de berf barî
Nîsan 26, 2020 22:51Li navçeya Qamûşan a parêzgeha Qarsê berfa ku ji duh êvarê ve dibare, navçe bi rengê sipî xemiland.
-
Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê Biradost bomberdûman dikin
Nîsan 26, 2020 22:05Hat ragihandin ku balafirên şer ên artêşa Tirkiyê ku bi caran herêma hewayî ya Iraqê bin pê dikin gelek deverên herêma Biradost bomberdûman dikin.
-
Li Tirkiyê hejmara miriyên ji ber vîrusa Koronayê derket 2 hezar û 805 kesan
Nîsan 26, 2020 21:35Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 99 kesan jiyana xwe ji dest da û hejmara miriyên vîrusa koronayê derket 2 hezar û 805 kesan. Hejmara weqayan jî derket 110 hezar kesan.