Emmar Hekîm: Kontrolkirina çekan ne bi wateya hilweşandina Heşd ul Şe`bîyê ye
Rêberê Hikmeya Netewî ya Iraqê bi bîr xist ku pawankirina çekê di destê dewletê da ne bi wateya hilweşandina Heşd ul Şe`bîyê ye, belku Heşd ul Şe`bî beşeke dîroka serketina Iraqê hibmerî terorîsmê ye.
Seyîd Emmar Hekîm Rêberê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê di axavtinekê da bi boneya salroja jidêbûna resûlê ekrem (S) pêgirî kir ku pawankirina çekê di destê dewletê da ne pêngavek dijî ti alî yan komekê u ne jî bi wateya jibîrkirina fidakrîyên wan hêzana yeku rola wan di berevanîya ji Iraqê da hebûye, belku pêwîstîyek e ji bo kemilandina nijyara hikûmetê û misogerkirina serwerîya wê. Wî herwiha got: Divê gotubêj rêyek ji bo parastina aştîya civakî u wefadarîya bo fidakerîyan u pirek ji bo pêngavrakirina hemî iraqîyan ber bi welatekî xurt, ewleh u yekperçe be.
Hekîm herwiha pêgirî kir ku biryardana derbara şer u aştîyê, bikaranîna şîyana hevgirtî u rêkxistinkirî û parastina ewlehîya welatrîyan divê bi awayekî pawankirî di destê dezgehên qanûnî yên hikûmetê da be, ji ber ku hikûmeta ku her kesî diparêze, divê berpirsê ewlehîya hemîyan bibe.