El-Ebadî: Divê Iraq bibe pireyek bo kêmkirina kêşeyên navçeyî
Serokwezîrê berê yê Iraqê, tevî tekezîya li ser pêwîstîya serxwebûna sîyasî û ewlehî ya Bexdayê, daxwaza pêşîgirtina li veguherîna vî welatî bo qada pevçûna hêzên navçeyî û navdewletî kir.
Heyder El-Ebadî destnîşan kir ku biryardan li ser şerr û aşitîyê divê tenê di destê hikûmeta Iraqê da be û divê çek jî di bin serwerîya hikûmetê da be. El-Ebadî tevî amajeya bi tecrûbeya şerrê bi DAIŞê ra û berûlayên kêşeyên navçeyî got, Iraqê îdî şiyana tehemila şerrekî din tuneye û divê li şûna qada hesabdayîna hêzan, bibe pireyek bo gotûbêj û kêmkirina pevçûnê li navçeyê.
El-Ebadî derbarê peywendîyên xwe bi şehîd Serdar Hacî Qasim Silêmanî, Fermandeyê berê yê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdaran ra got, Îranê ji destpêkê va xetera DAIŞê fam kir û bi şandina şêwirmendan û raberkirina piştgirîya lojîstîk bo Iraqê alîkarî raber kir. Wî tevî amajeya bi peywendîyên aborî yên Iraq û Îranê got ku her du welatan derdora hezar û 600 kîlometre sînorê hevpar hene û Îran yek ji hevbeşên sereke yên Iraqê di warê gaz û karebayê da ye.