Serleşker Rezayî: Madeyên navokî yên zengînbûyî ji Îranê dernakevin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i361392-serleşker_rezayî_madeyên_navokî_yên_zengînbûyî_ji_Îranê_dernakevin
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Neteweyî ya Îranê got: Qet tu madeyeke navokî ya zengînbûyî ji Îranê dernakeve.
(last modified 2026-11-11T16:29:33+00:00 )
Tesrîn 11, 2026 19:40 Asia/Tehran
  • Serleşker Rezayî: Madeyên navokî yên zengînbûyî ji Îranê dernakevin

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Neteweyî ya Îranê got: Qet tu madeyeke navokî ya zengînbûyî ji Îranê dernakeve.

 

Serleşker Rezayî got: Bidawîhanîna şêrr li hemî bereyên Rojavayê Asyayê wek yek ji şertên bingehîn ên Îranê zanî û hişyarî da: Bersiv dê li hember her êrişa nû ya Amerîkayê bi armancgirtina baregehên leşkerî yên Amerîkayê, heta baregehên dûr ên vî welatî, were dayîn. Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Neteweyî got: Me ji hevalên xwe yên ûris ra ragihandîye ku madeyên zengînbûyî dê li Îranê bimînin û em ê bi xwe wan ji bo çêkirina keştî û jêderyayîyên bi hêza palner a navokî bi kar bînin.

Serleşker Rezayî herwiha qala gihîştina Îranê bo asteke pêşketî ya teknolojiyê di şerrê elektronîk da kir û got: Hêzên çekdar ên welatê me dikarin kontrola xwefirrên amerîkayî bigirin dest xwe û wan bi saxlemî bidin xwarê.