Pizişkiyan li Tirkiyê bi Serokkomarên Iraq û Pakistanê ra civiya
Serokê Komara Îslamî ya Îranê li rex Komcivîna Guherînên Keşûhewayê ya NYyê li Tirkiyê, bi Serokkomarê Iraqê û Serokwezîrê Pakistanê ra hevdîtin û gotûbêj kir.
Mesûd Pizişkiyan, Serokkomarê Îranê, li rex Komcivîna sî û yekem a Konferansa Guherînên Keşûhewayê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (COP31) li Tirkiyê (KOP31), bi Nizar Amîdî, Serokkomarê Iraqê ra hevdîtin û gotûbêj kir. Di vê hevdîtinê da, her du alîyan tevî venihêrîna dawîn alûgorên peywendîyên dualî, li ser pêwîstîya xurtkirina hevkarîyên avaker, berfirehkirina hevkarîyên hevpar û sûdwergirtina ji şiyanên dualî di warên cûrbicûr da tekez kirin. Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha bi Şehbaz Şerîf, Serokwezîrê Pakistanê ra jî hevdîtin û gotûbêj kir. Her du alîyan tevî venihêrîna pêvajoya peywendîyên sîyasî û aborî yên her du welatan, li ser pêwîstîya xurtkirina hevkarîyên navçeyî, pêşxistina hevkarîyên bazirganî û aborî û berfirehkirina hevahengiyan di rêya dabînkirina aramî, ewlehî û berjewendîyên hevpar da tekez kirin.