Greva seranserî li Spanyayê dest pê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i361386-greva_seranserî_li_spanyayê_dest_pê_bû
Hevdem ligel destpêka greva seranserî ya 24 saetî li Spanyayê, nerazîtî li himber qeyrana xaniyan û daxwazên têkildarî debara jiyanê ber bi kanala televîzyona dewletî ya vî welatî va jî hatin kişandin.
(last modified 2026-11-11T16:26:00+00:00 )
Tesrîn 11, 2026 17:54 Asia/Tehran
  • Greva seranserî li Spanyayê dest pê bû

Hevdem ligel destpêka greva seranserî ya 24 saetî li Spanyayê, nerazîtî li himber qeyrana xaniyan û daxwazên têkildarî debara jiyanê ber bi kanala televîzyona dewletî ya vî welatî va jî hatin kişandin.

 

Derdora 50 nerazî bi ketina nav ofîsên Kanala RTVEyê li Barselonayê, xwe gihandin studyoya weşana zindî û bi hilgirtina pankardan, daxwaza destmiza dadmendane û malên bihaguncav kirin.

Ev kiryar bû sedema rawestandina demkî ya weşana zindî ya kanalê. Bi ketina hêzên polîs, nerazîyan studyo terikandin û weşana bernameyê ji nû va dest pê bû. Greva seranserî ya Spanyayê di halekî da tê lidarxistin ku qeyrana xaniyan û zêdebûna têçûyên jîyanê, pêleke nerazîtîyan li vî welatî bi xwe ra anîye.