Blînken: Îran bihêztir bûye
Tesrîn 10, 2026 18:50 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê berê yê Amerîkayê got: Îran ji hin aliyan va bi taybetî ji hêla cîgeh û şiyana bandorkirinê li ser Tengava Hormizê û herwiha sazkirin û qehîmkirina pêkhateya qewetê va bihêztir bûye.
Antonî Blînken tevî amajeya bi zext û dorpêça aborî li himber Îranê tekez kir: Ez bawer nakim ku mirov bikare wan di bin zextê da neçarî teslîmbûnê bike. Blînken herwiha destnîşan kir: Em bi pergalekê ra rûbirû ne ku pir berxwedêr e û heşt salan di şêrr da li himber Rejîma Sedam sekinî. Wezîrê Karên Derve yê berê yê Amerîkayê berê jî gotibû ku her lihevkirineke bi Îranê ra mihtemel e ku hewcedarê dayîna serpişkîyan bo Tehranê be ji wan kêmkirina boykotan yan dayîna serpişkîyan derbarê Tengava Hormizê da.